Îranê ji bo Kendavê şertê garantiya ewlehiyê pêşkêş kir

Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê Îranê Emîr Saîd Îravanî diyar kir ku li Kendavê mayîndebûna îstiqrarê encex bi dawîkirina êrîşên li ser Îranê û garantiya “dubare nekirina êrîşan” pêkan e û DYE jî bi “korsantî” û “terorîzmê” sûcdar kir.

Îran ji bo ku li Kendavê ewlehî û îstiqrar jinûve çêbibe, peyameke zelal da civaka navneteweyî. Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê Îranê Emîr Saîd Îravanî li New Yorkê di Konseya Ewlehiyê ya NY’ê de axivî û destnîşan kir ku ji bo rageşiya li herêmê kêm bibe, divê her cure êrîşa li ser Îranê bi rengekî mayînde bi dawî bibe.

Îravanî got, “Li Kendavê û herêma hîn berfirehtir eger hemû êrîşên li ser Îranê bên rawestandin, garantî were dayîn ku ev êrîş nayên dubarekirin û rêz ji mafên serweriya rewa ya Îranê were nîşandan, wê ewlehiya mayînde û îstiqrar pêk were.”

Di civînê de gelek welatan kontrola Îranê ya li ser Kendava Hurmuzê rexne kirin û destnîşan kirin ku ev nuqteya derbasbûnê ya stratejîk, ji aliyê enerjiya kûreyî ve xwedî girîngiyek krîtîk e.

‘TIŞTA KU DYE DIKE, KORSANTÎ Û TERORÎZM E’

Piştî civînê Îravanî ji çapemeniyê re axivî û îdîa kir ku rexne yekalî ne. Dîplomatê Îranî polîtîkayên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yên li herêmê bi gotinên tund rexne kir. Îravanî ev jî rexne kir ku qet behsa dorpêça behrê ya ji aliyê Washingtonê ve tê pêkanîn, nehat kirin.

Îravanî ev tişt jî got, “DYE keştiyên bazariyê bi darê zorê hedef digire, murettebatê ditirsîne, keştiyan desteser dike û personelan dîl digire. Ev ji dervey korsantî û terorîzmê tiştek din nîne.”

Îravanî diyar kir ku civaka navneteweyî fikarên xwe yên ji bo ewlehiya behrê tînin ziman, lê li hemberî çalakiyên DYE’yê bêdeng dimînin û got, “Di civîna îro de ti kesê cesaret nekir ku van çalakiyan bîne ziman yan jî şermezar bike.”